Trump dema êrîşa li ser binavahiya enerjiyê ya Îranê 10 rojên din dirêj kir
Serokê DYA’yê ragihand ku li ser daxwaza ji Tehranê hatiye, gefa êrîşê heta 6’ê Nîsanp paş xistiye.
Serokê DYA’yê ragihand ku li ser daxwaza ji Tehranê hatiye, gefa êrîşê heta 6’ê Nîsanp paş xistiye.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku wî dema gefa êrîşê ya li ser binavahiya enerjiyê ya Îranê 10 rojên din dirêj kiriye. Trump angaşt kir ku ev biryar li ser daxwaza ji Tehranê hatiye girtin.
Trump di parvekirina xwe ya li ser Truth Social de diyar kir ku hevdîtin gelek baş derbas dibin û dezgehên medyayê yên ku berovajî vê radigihînin wekî nûçeyên derew bi nav kir.
Trump hefteya borî gef xwaribû ku heger Tengava Hurmizê ji nû ve neyê vekirin, ew ê êrîşî binavahiya enerjiyê ya Îranê bikin; paşê diyar kiribû ku hevdîtin "gelek baş û berhemdar" in û gefa xwe pênc rojan paş xistibû. Niha jî eşkere kir ku wî ev maweya paşxistinê heta 6'ê Avrêla 2026'an roja duşemê, demjimêr 20:00’an bi dema Rojhilat dirêj kiriye.